Zinge zinga zingilê min, vaye dîsa deng veda
Dengê doza welatê min, dinya girt û berneda
Peyman soza mêrane, geş dikin buhara me
Xebata qîz û lawana, Newroz adara me
Zinge zinga zingilê min, vaye dîsa deng veda
Dengê doza welatê min, dinya girt û berneda
Nîsana yekbûna meye, Newroza kurdên keleş
Bi yekbûna van gulaye, ev buhara xweş û geş
Zinge zinga zingilê min, vaye dîsa deng veda
Dengê doza welatê min, dinya girt û berneda
Zinge zinga zingilê min, xweş hawar û gaziya
Awaza vê zinge zingê ji ferhenga Qazî ye
Zinge zinga zingilê min, vaye dîsa deng veda
Dengê doza welatê min, dinya girt û berneda
Peyv: Sebrî Botanî