current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Zimanê Kurdî lyrics
Zimanê Kurdî lyrics
turnover time:2024-07-05 14:32:55
Zimanê Kurdî lyrics

Ne bi almanî û îngilîzî

û ne bi fransî

em perwerdehiya xwe dixwazin

bi zimanê zikmakî

ne bi farisî, ne bi erebî

û ne bi tirkî

zimanê me, zimanê kurdî

bikin zimanekî fermî

bi feyilî, goranî, dimilkî, soranî, kurmancî

her herêm, her devok

her zaravayekî

binvîsênin, bixwênin

bifikirin, bipeyvin

çi pêwist dike bikim

ji bo na azadîya zimanê min

zimanên me dibêjin

em hebin yan nebin

zimanên me dibêjin

dibêjin em kurd in

êdî bes e

hew dikarin çanda me înkar bikin

êdî bes e, divê em êdî lê

xwedî derkevin

Em fedî dikin, qiymet nadin

bikaranîna ziman

kompleksekî me heye

erê bêguman

naye qebûl kirin

em çanda xwe bi xwe bikujin

dev ji nûçeyên wan

û dev ji dîzîjên wan berd in

divê em êdî li televîzîyonên kurdan

temaşe bikin

pirtûk, kovar û rojname

her roj bixwînin

li Muzîka kurdî guhdar bikin

govenda kurdî bileyîzin

divê wek kurdîya çapemenî ye

kurdîya xwe peşbixin

û ne bi tenê

bi bikaranîna peyvên rojane

bi her awahî

ziman e, yekîtîya me

bila bizanibin em hene

û zimanê me heye

zimanê me nasname, dirok

û hebûna me ye

Bi kurdî ji me re digotin

em jî bi kurdî dibêjîn

Bi kurdî dipeyivin

deng dikin û diaxifin

Bi kurdî qise dikin

şorê dikin û diştexilin

bi kurdî xeber didin

û bi kurdî dua dikin

Bi kurdî sohbet dikin

çêr dikin û sixêf dikin

Bi kurdî gazî dikin

û daxuyanî didin

Bi kurdî pistepist dikin

û bi kurdî diqîrênin

Bi kurdî, bi kurdî

em bi kurdî, distrênin.

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Serhado
  • country:Sweden
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Hip-Hop/Rap
  • Official site:https://twitter.com/kusin47?lang=de
  • Wiki:http://ku.wikipedia.org/wiki/Serhado
Serhado
Latest update
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved