Zarok in şengenaz in
Cîhanê aştîxwaz in
Kûlîlkê nava cergan in
Rewşana hemo malan in
Xweşkokin bê gunehin in
Bi miletan re her digehin
Nîşana tenêhiyê ne
Pel û rengê ronahiyê ne
Me ji sîngê daiyka nakin
Nehêlin me ji wan dûr bikin
Jîna xwe dê gorî we kin
Da paşerojê peyda bikin
Bijît zarokên cîhanê
Ji hemî rengan li vê jiyanê
helbest: Remezan Zaxoyî