current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Zînê lyrics
Zînê lyrics
turnover time:2024-11-06 06:20:48
Zînê lyrics

Hatî xewna min, gula min hezkir

Çav bi hêstir bû, ji min gazin kir

Ev dilê min te çima birîn kir

Şeva tarî ji ba min bar kir

Zînê zanibî ez ne bêbext im

Zînê rewşa tu tê de serwext im

Zînê ez jî wekî te bindest im

Zînê tac û seray,eywan û text im

Ew gula ku av dabû bijîn

Îro ketiye, destê te bi xwîn

Ketiye destê bêbext û derewîn

Şah dibin li ser lêvên hingivîn

Zînê zanibî ez ne bêbext im

Zînê rewşa tu tê de serwext im

Zînê ez jî wekî te bindest im

Zînê tac û seray,eywan û text im

Gulê zanîbe tenê tu yar î

Soza min be li ve dinyayê

Heke ez bimirim li ve gora tarî

Dîsa dibêjim gulê tu yar î

Zînê zanibî ez ne bêbext im

Zînê rewsa tu tê de serwext im

Zînê,Zînê ez jî wekî te bindest im

Zînê tac û seray,eywan û text im

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by