current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Zînê lyrics
Zînê lyrics
turnover time:2024-06-30 14:01:40
Zînê lyrics

Ahmed bi ser Dîcle de girîya bi herdu çavane

Got liminê çi şermeke mezin û girane

Li başurê welêt xelkê me bûye perîşane

Digerîne li warekî ku lê bibin mêvane

Feleka xayîne çi şermeke mezune, girane

Li şûna biran ser dest bûye maz û bane

Mêvan rast kirine çadir û konan e

Li dorhêlan leşker bi tufing û surguyane

Li minê lê li minê lê li min li min

Derenge derenge ro razayî nîvê şevêye

Ji binê koneki qirîna zînê tê ye

Zina neh salî ji birînan xew neyê

Dayikê ban kir Zîné ciwanî

ez bi gori, te kezeba min kevand

keçê lori lori lori

Zinê got Lêê daye

Zîn bi heyranê

qirîn serme dizanim

lê birînêm xedarin

Agir û janên bedena min

Rebena xwedê helandin

Li minê lê li minê le le min le min le le....

Li dora çadirê civîyabun komeke jin û peyanî

Mirevên serbelind, situxwar li vir dimane

Qîrîna Zînê agir berda bû cigera van

Nema bû xewa cavan ne şahîya dilan

Pirekê ban kir; Xwedê jînê li kovan bike qetrane

Zarokê me kirin mirî û birîndarên bombane

Warên bav û pîran li me kirine dojeh û zindan e

Em ji welêt surgun bune kocerên cîhane

Kaleki bankir;

Hûnê şîreta me bidine keç û xortane

Li mine lo lo, li mine lo lo ahhhh li minê lê li minê lê

Hunê şireta min bidine keç û xortane

Bese xapandina salan

Bira edi fêr bebin dersane

Biratîya bêbexta hemi pêken û talane

Li cîhanê kesek nabe hevalin bindestane

Jibona xaterê Zîna neh salî

Ku nuha de kê sikrane

Jibona xaterê zer u esmerê me kurdane

Ku îroj berê xwe da ne colu kerbelane

Bela hişyarbin de bela hişyarbin

Têkevin rêcika serxwubuna Kurdane

Li mine lê li mine lê li minê Lê li mine lê

Berbange, berbange rojeki Îlona heyştê û heyşta ne

Cenaze Zîna celenk radikine gorane

Şuna res xwe berdaye ser konê mihacirane

Kecekî neh salî xwe gihandiye refen cangoran

Êre, Zînê jibo xatirê gelê welatê xwe buye qûrbane

Dayika Zînê bankir;

Hune dawîyê bidene hesrane

Hune xwedîkin zaroken le ber sirê dayêyanen

Hune xwedîkin zaroken le ber sirê dayêyanen

Li mine lê li mine lê li mine lê li min li min li min

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Şahinê Bekirê Soreklî
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
Şahinê Bekirê Soreklî
Latest update
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved