[Beşa 1]
Şev tarî bû dîsa ez tenê me, bê yara xwe me
Hêstir ji çavê min wek baranê dibarin
Bi roj û şev li benda yarê xeber nayê
Tenê bûn gellekî zor e, ez tirsim dayê
[Hevhûnan]
Tu caran te ji bîr nakim
Tu caran ji kesek din hez nakim
Bê te nameşe jiyana min, yara min yara min (2x)
[Beşa 2]
Tê bîra'm ew roja reştarî, baran dibarî
Wek xeyalek gotine min yar zewiciye
Çima çûyî hê ji jiyana min çima yarê
Tu zanî êdî ew jiyan ji min re bû dawî
[Hevhûnan]
Tu caran te ji bîr nakim
Tu caran ji kesek din hez nakim
Bê te nameşe jiyana min, yara min yara min (2x)