current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Yarê lyrics
Yarê lyrics
turnover time:2024-10-05 07:20:26
Yarê lyrics

Bihar nayê tim payîz e li nav baxê min.

Sal mîna pelan hatin

xwar ji dara 'emrê min

Felek ez gerandim, anîm dawiya 'emrê min

Yarê yarê yarê tu yî sebeba min.

Felek ez gerandim, anîm dawiya 'emrê min

Yarê yarê yarê tu yî sebeba min.

Lê dîsa tu yî, li vê dilê da.

Buyî xwîn digerî li vê canê da.

Dîsa tu yî, tu yî li vê dilê da.

Buyî xwîn digerî li vê canê da.

Ferhad im, ez çiyan

dikolim ka şêrîna min

Siyabend im bi çolan ketim tune Xeca min

Bextê Memê Alan yarê danî sere min

Yarê yarê yarê tu yî sebeba min.

Bextê Memê Alan yarê danî sere min

Yarê yarê yarê tu yî sebeba min

Lê dîsa tu yî, li vê dilê da.

Buyî xwîn digerî li vê canê da.

Dîsa tu yî, tu yî li vê dilê da.

Buyî xwîn digerî li vê canê da.

Hatim dinê, dîsa diçim tu buyî yara min.

Te ne şah kir, ne jî kuştim,

kul kir dilê min.

Tu ne rojek te nepirsî çiye halê min.

Yarê yarê yarê tu yî sebeba min.

Tu ne rojek te nepirsî çiye halê min.

Yarê yarê yarê tu yî sebeba min.

Lê dîsa tu yî, li vê dilê da.

Buyî xwîn digerî li vê canê da.

Dîsa tu yî, tu yî li vê dilê da.

Buyî xwîn digerî li vê canê da.

Dîsa tu yî, tu yî li vê dilê da.

Buyî xwîn digerî li vê canê da

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by