Li gel min bêdengiyek
Ezman bi baran e
Baran li min derbas dibe
Lê êdî êş tune
Li binê pistepista sar a stêran
Me pira dawîtir şewitand
Û her tişt li kendêl gindirî
Û azad bibim
Ji nebaşî û başiyê
Ruhê min li pişta kêrê
Dibe ku bi te re bama
Dibe ku min her tiştî jibîr kiriba
Dibe ku min ji te hez bikira
Lê ev tenê lîs û yariyek e
Ji qerepera bayê li pişta min
Ezê dengê te jibîr bikim
Û derbarê ev evîna derewîn
Ya me sotand û kire xwelî
Û kirim dîn û dîwane
Li ruhê min êdî cihê te tune
Ez azad im
Wekî çivîkeke li ezmên
Ez azad im. Min jibîr kir wateya tirsê
Ez azad im. Ligel bayê hov
Ez azad im. Li rastê lê ne di xewê de
Li gel min bêdengiyek
Tijî agir e ezman
Tîrêj hundirê min de derbas dibin
Û ji nûve azad im
Ez azad im ji evînê
Ji dijminahiyê û paşgotinê
Ji qedera dihê texmînkirinê
Û ji pergalên cîhanê
Ji başî û nebaşiyê
Li ruhê min êdî cihê te tune
Li binê pistepista sar a stêran
Me pira dawîtir şewitand
Û her tişt li kendêl gindirî
Û azad bibim
Ji nebaşî û başiyê
Ruhê min li pişta kêrê