Wext, wexta stranê welatê neçar bû
di berbanga sibê de, li serê çiyan
Alana dengê Egîdekî xort bû
"Lê lê dayê
Lê dayê, serê sibê ye, sibeyeke xweş e
Vê serê sibê bayekî sar e, li min serma ye lê dayê
ax lê dayê
Dengê top û cebirxanan li ser sînga mine
Le dayê, vê sibê çarnikare, ax lê lê dayê
ax lê lê lê dayê"