current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Xerîba beyanî lyrics
Xerîba beyanî lyrics
turnover time:2024-10-04 18:06:10
Xerîba beyanî lyrics

Xerîb got e got e,

Cotyar çûne cot e,

Xerîbê kember difrote.

Oy oy li min xerîbê,

Bê tal û nesîbê,

xwedê neke kes xerîbê.

Lê lê dayê rebenê, dayê rebenê min got,

Min ji ciwanîya xwe xêr nedît,

Dayê rebenê, dayê rebenê, dayê rebenê,

Ew ê bibûna kul û sebeba ciwanîya min rebena xwedê,

Ew ê xêr ji ciwanîya xwe nebînin,

Dayê rebenê wêêêê hêêê wêêê hêêê,

Xerîba beyanî,

Agir girte xanî bi kes halê xerîbê nezanî,

Xerîbê çû avê,

Qeytan kete navê,

Xwe heram kir nanê bavê,

Xerîba xwedê yo,

Ber bergê rojê yo,

Hesreta dayik û bavê yo.

Xerîba beyanî,

agir girte xanî bi kes halê xerîbê nizanî.

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by