current location : Lyricf.com
/
/
Wey Spêde Ji Bircê [Mahi New] lyrics
Wey Spêde Ji Bircê [Mahi New] lyrics
turnover time:2024-09-19 05:07:41
Wey Spêde Ji Bircê [Mahi New] lyrics

Wey spêde j’ Bircê qews ebrû numandin mah-i new

Xweş ji qewsê ebrûyan vê ra kişandin mah-i new

Goşeyên nûnan bi ser badan ji qewsê bêweter

Mislê enguşta Nebî sed ser beyandin mah-i new

Keşşifî bedra temam ehsen ji bala tel`etê

J’ istiwa da gezmeyan çerxê reşandin mah-i new

Wê li wechê afitabê gah-i kifş û gah-i xef

`Arifên ehlê bişaret heyyirandin mah-i new

Mil dizanim dane ber qewsê hilalî goşezer

Lew ji bala goşeyên nûnan livandin mah-i new

Ez dibêjim dê li min dîsa ceger sedpare kin

Wê bi mîzan herdû şîrazî çevandin mah-i new

Daxilê meclis bûyî îşev Nişanî lew ko xef

Cam-i rûhanî li ehlê dil nişandin mah-i new

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by