Li ezamana êvarê
Îro bi şev pîrhebok hil tên.
Xelkê çolê fena Lîlîtê,
Bi dizî li ba siwar dibin.
Bila em berve agir biçin,
Bi pistînan bi stêrkan bigirin
Tev gotinên baş û yên bed jî
Me îro bajo wêdetir û hîn wêdetir.
Li çîmenan zingînî dê bi xewnên me bikeve
Û ba dê stranên me binehwirîne.
Bila em bi rivînan re di ser êgir re xwe çeng bikin
Di Şeva Valpûrgîsê de.
Kenamçê bibihîs, kemançê bibihîs
Agir hêgin bûn!
Li pey dîlanê, li pey dîlanê,
Di Şeva Valpûrgîsê de.
Kemançe bi harî lê didin
Dîlana me ya şevîn digerînin
Em bi serbestî û hovîtî tev dibin
Li vê cadûbaziya kevnar.
Hema carekê di xelekek mezin de
Hema wilo em sema bikin,
Hetanî yekem tîrêjên sibê
Tora xewnên me biherifîne.
Li çîmenan zingînî dê bi xewnên me bikeve
Û ba dê stranên me binehwirîne.
Bila em bi rivînan re di ser êgir re xwe çeng bikin
Di Şeva Valpûrgîsê de.
Kenamçê bibihîs, kemançê bibihîs
Agir hêgin bûn!
Li pey dîlanê, li pey dîlanê,
Di Şeva Valpûrgîsê de.