current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Under Stjernerne På Himlen [Kurdish [Kurmanji] translation]
Under Stjernerne På Himlen [Kurdish [Kurmanji] translation]
turnover time:2024-09-13 04:54:14
Under Stjernerne På Himlen [Kurdish [Kurmanji] translation]

Ez li keviya nivîna te rûdinim

Û tu bi min re dikenî.

Cîhan ber bi nebûnê ve tê guhaztin,

gava ez li te dinêrim.

Te pir bi aramî xwe paldayî,

û bi awayekî neravaberkirî

tu wisa biçûk

di nava ajelên xwe yên gewz de xuyadikî.

Lê di lîstoka xewnan de,

em herdû, reya ber bi çîrokên nû dibînin.

Di bin stêrkan de li asîmanê,

tuyê bi min re bisêrî.

Ka niha çavên xwe bihêmen damirîne, emê bi rêkevin.

Emê di ser avê re, û ber bi warêxewnan de bisêrin,

tu û ez.

Û eger tu ji bablîsokê tirsiya,

ezê rûyê te bi nermahî ramûsim.

Tu di xeyala xwe de li kuderê be jî, ezê hertim li vir, li gel te bim, berxika min!

Ka niha bi ewlehî

destê xwe bixe destê min.

Di bin stêrkan de li asîmanê,

tuyê bi min re bisêrî.

Ka niha çavên xwe bihêmen damirîne

emê bi rêkevin.

Emê di ser avê re, û ber bi warêxewnan de bisêrin, tu û ez.

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by