current location : Lyricf.com
/
/
Taxa filla [Turkish translation]
Taxa filla [Turkish translation]
turnover time:2024-10-06 08:23:37
Taxa filla [Turkish translation]

Ne min go ji te re em neçin taxa van filan

Were diyarê werdekan,

Were diyarê werdekan çavên bi kilan

Memikê wana sêv in wek top û gulan

Welle wê ji me bibin,

Bille wê ji me bibin meheba dila

Çend car min got ji te re em neçin taxa wan

Bejina wan zirav in,

Bejina wan zirav in mînanî hêlan

Kenê wan dirijin ji dev û lêvan

Welle wê ji me bibin,

Bille wê ji me bibin ax dîn û îman

Hin ji wan cotecot in, hin çareçar in

Hin ji wan qey bi dost in,

Hin ji wan qey bi dost in hinek bi yar in

Hin ji wan rûkê wana sêva ser dar in

Hin ji wan min çinî hişt,

Hin ji wan min çinî hişt hinek min xwar in.

Ax min rû kur kirin simbêla berdan

Tu ji min bawer bike,

Tu ji min bawer bike bike biguman

Çi dîn îman hebû ew jî min berdan

Tizbiya destê min jî,

Tizbiya destê min jî ma li taxa wan

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by