Dinya çiqas xweş, çiqas bedew bû
Kirasê sipî çiqas li vê axa welatê kurdan hatibû
Wî destê xwe bir ber eniya xwe û ji bo cara dawîn
Li dora xwe niherî
Li dûr, li dûr reşahiya eskeran...
Li dûr, li dûr teyrekî mezin î sipî li firê bû
Bi baskên sipî ji aliyên çiyan ber bi geliyan
Li şahîdiya wê roja nû bû
Baskên wî vekirî, çeprast, teyr bi ageh li firê bû
Ma jiyan ne mîna fira vî teyrî bû
Ma jiyan ne fireke kurt û xweş li dinyayeke kambax bû
Bîr dîsan li firê bû hemû jiyan li bîrê
Mal û malbat, xwîşk û bira
Ap û birazî, xal û xwarzî
Yek bi yek niha li ber çavên wî bû.