current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Siya Şaperan [Turkish translation]
Siya Şaperan [Turkish translation]
turnover time:2024-10-04 23:15:53
Siya Şaperan [Turkish translation]

westiyan

li hev nêrîn

westiyan

şaperên xwe vekirin

şaperên mîna reşmalan

ji rêya dûr hatina ey lawo

ji nav êl eşirên biyanîyo

ê lawo

ev kilamê bêdengiyan e

bihîse lawo

li hev nêrîn

nêrîn, nêrîn û nêrîn

bi çavên beloq bi çavên tûj

bi çavên kesk çavên şîn

bi çavên zer çavên sor

bi çavên dûr çavên kor

ey lawo lawo

bi çavên nêçirvanên dilsoj

ez teyr im têyre tawus li ser şengalê

ez aramî dixwazim ey nêçirvano

ez baz im teyrê baz dixwazim hawarê

li zinaran hêlina min esmanî d’ramûsim

li zinaran qet natirsim ey nêçirvano

li zinaran hêlina min daxwaz bi gaz im

li zinaran qet natirsim ey nêçirvano

ez teyrê bêwar û waz im

li darê dinê

ez li qewme xwe digerim ey nêçirvano

li çiyayên asê çerx im bi tenê

ewrên sor dibare

li esmana şaperên wan dîsa mezin bûn

ey haware

ketin nav şerê axir zemanê

ew şerbaz in

ew şûrbaz in

ew çavsoriyê naxwazin

êêê lawo çîroka me ûsa xûya ye

dîroka me ûsa xûya ye

eve kilamê bedengiyan e

bihîse lawo

bi şev û roj teyra şer domand

edî westiyan

lê westa xwe girtin

ew nasekinin

ax, ji nav hengame şerî, her teyr bi çengê xwe firî

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by