current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Sirrê Wehdet lyrics
Sirrê Wehdet lyrics
turnover time:2024-09-17 20:54:53
Sirrê Wehdet lyrics

Sirrê wehdet ji ezel girtiye hetta bi ebed

Wahid û ferd e bi zatê xwe wî nînin çu `eded

Di qidem da ezel û `eynê ebed herdu yek in

Sermediyyet we dixwazit ne ezel bit ne ebed

Ferq e wahid ji ehed lê di meqamê semedî

Bi heqîqet ko yek in herdu çi wahid çi ehed

Yek e derya tu bizan qenc-i çi mewc û çi hebab

Di esil da ko hemî av e çi av û çi cemed

Afitabê ehediyyet di xwe da girtiye kewn

Ne ko `ewrek heye lê girtiye çehvên me remed

Husna zatê but û latan ji cemala semed e

Ji misala senemê we ko tecella ye semed

Xeyrê derya niye sehra bi heqîqet emma

Ji rûyê keyf e ko ev ave bûyî şubhê zebed

Kulle yewmin huwe fî şe`nin nebî xafil-i jê

Her peyapey ji şu`ûnan dikirit feyd û meded

Ger di Adem bidiya sirrê `ilim Iblîsî

Hînema ebserehu kebbere hînen we-seced

çi zeman û çi mekan û çi cihat û çi hudûd

çi meqadîr û tefasîl û hisab in çi `eded

çi munafat û luzûm in çi qiyas û çi misal

Ev çi tewlîd û çi terkîb e çi rûh in çi cesed

Ser bi `iczê didirit quwwetê derrake-i ma

Rece`e l-`eqlu kelîlen we-meta qame qe`ed

Hîret û `icz e serencam-i di babê nezerê

Key bi xaliq nezerê qasirê mexlûqê resed

Guftûgoyê me`rifet çendî Mela peyda bikî

Gewhera me`rifetê nagihetê kes bi xired

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by