Mirin li qeraxa behrê ye, dayika min
Mirin li asmên e
Mirin di binê erdê de
Di çikandina bêhnê de
Mirin li ber serê te ye
Hezkirin di reşka çavê min de ye, lawikê min
Hezkirin li ser perrê çivîkê
Hezkirin ne li asmên
Ne jî di binê erdê de ye
Hezkirin li ber serê te ye
Mirin li asmên e
Mirin di binê erdê de
Di çikandina bêhnê de
Mirin li ber serê te ye