Sersal li nav Kurda j’ezel
Bûye cejn û şahî ligel
Roj, sêzdehê rêbendanê
Li bin berfê, bin baranê
Piştî nîvro, danê esir
Sersal despê dike b’esil
Zar digerin li nav taxan
Pîroz dikin sersala wan
Devê derê nûzewicî
Heta derê pîra birçî
Li temen, rewşê napirsin
Ji nedanê jî natirsin
Bi awazek xweş û şîrîn
Hemî pev re dikin qêrîn
Serê salê, binê salê
Xwedê lawek bidê malê.
Nûzewicî, pîra birçî
Şekir, mewîj didin sebî
Sebî kêfxweş, pîrê dilgeş
Dibe êvar tarî û reş
Ji nû şahî destpê dike
Bi dîlan û bi qirdik e
Xortên mezin, ên bê simbêl
Tevdigerin wa pêl bi pêl
Bi sazbend û bi qirdik in
Bi govend û bi teplik in.
Qirdik yekî zana û jîr
Hema bêjin “Noel Bapîr
Rih û simbêl pê ve dikin
Riwê wî jî tenî dikin
Di dest de dar, simbêl û rî
Mîna kalek heftêsalî
Li pêş, qirdik, paş sazbend e
Koma xorta didin bende
Wî mal bi mal digerînin
Salek bi xêr dimizgînin
Sersala wan dikin pîroz
Hinek savar, dirav jî doz
Piştî şahî kuta dibe
Dahatin jî par ve dibe
Wekî bira, mîna hevpar
Par ve dikin dirav, savar
Daxwaziya min ji Yezdan
Tim şahî be li nav kurdan.