current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Sîser lyrics
Sîser lyrics
turnover time:2024-07-07 04:22:20
Sîser lyrics

Sal 1994 meha tîrmehê

Sê rojên germ li geliyê Şêx Cuma

Li navbera çiyayên Sîser, Kember û Kûris da

Bîst teyrên çiya rih girê dan

Di nava dîlana şoreşê da,

Hezar silav ji we re,

Zarokên roj û agirî,

Bi xemla sê bûkê serbilind,

Çiyayê Kember, Kûris û Sîser,

Berxwedana wan sê xwişkan,

Ketiye nava dilê gerîla,

Berxwedana wan sê çiyan,

Bi xemla sê bûkê serbilind,

Çiyayê Kember, Kûris û Sîser,

Li navenda wan diherike,

Di gelîyê Şêx Cuma, Çemê Gazal,

Ho, lêxin hevalno lêxin,

Bihere wa bi çar aliyan,

Ev gerîla tim gerîla,

Wek teyr in serê çiya,

Dikin tola sed salan,

Didin can û rihê xwe,

Mirov dixwaze tî û birçî,

Bijî li ser vî axê,

Û ger gerînekî tê de hebe,

Ew bixuye Kurdistan,

Ho, lêxin hevalno lêxin,

Xwînxwara dînin çokan,

Ho, lêxin hevalno lêxin,

Kedxwara dînin çokan,

Ev gerîla tim gerîla,

Wek teyr in serê çiya,

Cûdî, Zagros û Agirî,

Niha gihîştin Nûrhaqê,

Gabar, Mûnzûr û Nemrûd,

Niha gihîştin Torosa,

Ev gerîla tim gerîla,

Wek teyr in serê çiya,

Mirov dixwaze tî û birçî,

Bijî li ser vî axê,

Û ger gerînekî tê de hebe,

Ew bixuye Kurdistan.

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Rotînda
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Zazaki
  • Wiki:https://ku.wikipedia.org/wiki/Rot%C3%AEnda
Rotînda
Rotînda Featuring Lyrics
Latest update
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved