1:
Ev çiya çiyayê mengenê ye
Dema li Wanê roj diavê
Ev çiya zarokê Nemrûdê ye
Dema li hemberî Nemrûd roj diavê
Alîkî te berf digre
Bergeha Qefqasan e
Alîkî te sicade milkê Eceme
Li ser guşiyên cemedê
Li ser avan kevokên revok
Keriyên xezalan û refên kewên gozel
Mêrxazî nayê înkarkirin
Di şerê yeke yek de ew qet neketin bin
Ji hezaran sala vir ve zilamên vê derê
Aghdariya hatinê em ji kuderê bidin
Ne refê qulingan eve
Ne koma stêrkan li ezman
Dilê bi sî û sê gule
Sî û sê kaniyên xwînê
Naherike bûye gol li vî çiyayî
2:
Ji bin kaş kevroşkek rabû
Pişt belek zik çilpisî
Belengaz ducanî kevroşkek çiyê
Dil di dev de wisa reben
Meriv tîne tobê
Tenha tenha bûn dem bêqisûr
Berbangek tazî bû
Niherî ji sîh û sisiyan yek
Di zik de valahiya giran a birçîtiyê
Por û rih bûne bihostek
Di pêsîrê de sipih
Mil qeydkirî
Mêrxasekî kezeb pola
Nehirî carekê li kevroşka belengaz
Carekê li pişt xwe
Filînta wî hat bîra wî ku di bin baliyva wî de xeyîdî ye
Hat bîra wî caniya ku ji deşta Heranê anî bû
Anî bû bi moriyên şîn û beş
Simsipî
Beza tolaz û reqsok
Mehîna wî û ya qemer û seglawî
Çawa firîbûn li ber xozatê
Eger niha weha bê çare û girêdayî
Weha li pişt wî loleke sar nebûye
Dê bikarîbaya xwe bisbarta bilindahiya
Ev çiya çiyayên dost qedera wî dizanî
Bi xwedê evder ji mere rûreşî nakin
Ev destên hoste
Ku di carekê de xwliya cixarê vêketî
Zimanê koremarê ku di bin tavê de
Mîna çîkekî du benda difirîne
Ev çav tucaran nehatine xapadin
Ev çav ku ji pêş ve dibînin
Qiyameta geliyên ku li benda aşîtan e
Û bi bêbextiya bi berf nerm
Ya hindefan bê çare
Ew dê bahata kuştin
Ferman bi hêvî bû
Êdî bila çavên wî marzerkên kor
Dilê wî teyrên barata bixwara
3:
Ez hatim kuştin
Li gelekî xalî yê çiyê di dema nimêja sibê de
Di nav xwînê de bi dirêjayî
Ez hatim kuştin
Xewnên min ji şevan tarîtir
Kes napirse rewşa min
Canê min distînin bê ecel
Nikarim têxim ti pirtûkan
Paşayekî şifre daya
Hatime kuştin bê mehkema bê pirs
Kirîvo halê min eynî wiha binvîse
Dibe ku bêjin riwayete
Ev ne memikên gulî ne
Guleyên domdomê
Di devê min de wesle wesle
Di devê min de wesle wesel
Di devê min de wesle wesle
De lêxin lawo lêxin
Ez bi hesanî nayim kuştin
Di kuçkê min de hîn agir venemirtî
Û çend gotinê min hene
Ji kesê faman re
Bavê min çavê xwe dane ber Rihayê
Û sê birayê xwe ji sê darên spehî
4:
Fermana kuştin bê cih anîn
Mija hêşîn ya çiya
Û bayê sibê yê hênik û sivik
Di nava xwînê de hiştin hiştin
Paşê li wê derê tifing daçikandin
Li paşilên me hûr hûr nerîn lê geriyan
Pişta min ya sor malê Kirmanşah î
Tizbî bi qutiya min birin û çûn
Hemo jî diyarî bûn ji Ecemstan ê
Em kirîvê hevin merivê hevin
Û bi xwînê girêdayî hevin
Bi gund û zeviyê li hember hev
Xinamiyê hevin
Ji sed salan û vir ve
Cîranê hevin mil bi mil ve
Mirişkê me tevlî hevdû dibûn
Ne ji nezaniyê lê xizaniyê
Em ji pasportê dil sar bûne
Ewa cirmê sebeba qetla me
Êdî navê wê derkevê kelaşiyê
Îsatvan rêbir xaiyniyê kirîvo