Deriyê jiyana min
Vedibe nav dilê min
Bayê li pencera min
Hîva di nav şeva min
Pîroz be, pîroz be
Rojbûna te piroz be
Dilê min bi te şa bû
Hatina te pîroz be
Bihar û demsalnû yî
Gul û hêvî ji bo te
Çiqas bilind difire
Îro dilê'm ji bo te
Pîroz be, pîroz be
Rojbûna te piroz be
Dilê min bi te şa bû
Hatina te pîroz be
Rengê minê li cihan
Roja minê li ezman
Tu yî dema minê geş
Rêka minê herî xweş
Pîroz be, pîroz be
Rojbûna te pîroz be
Dilê min bi te şa bû
Hatina te pîroz be