Peyama xwe ciwan weşand
Alîkarî bo hevdu şand
Pêşmerge û (y.p.g)e bûn yek
Sykes–Picot wan helweşand
***
Li Şingalê serhildane
Li Kobanî berxwedane
Şêrên kurdan mil dane hev
Hevgirtina me kurdane
(Serbend)
Margarît, Leyla û Zîlanê
Nîgar, Rengîn û Ceylanê
Dilêrî û dengê jinên kurd
Belavkrini li cîhanê
***
Amed, Hewlêr û Muş û Wan
Mihabad, Qamişlî û Bokan
Keftin meşa azadiyê
Tev wergerîn çerx û zeman