Hadê em li masê rûnin û şerbike araq
Hadê em deynin li rex wî du qedeh
Û ji ciwaniya binê şerbikê
Vexwun, em vexwun bi hev re
Min bi hundikan bi jiyanê re şer kir
Û bi kêran, jiyano radest be
Tirs çilmisî û xwe veşart
Li lana kerguhan de
Û ezê ji te re bibêjim hevalo
Ev ne peymana min û wê bû
Hadê em vexwun
Bo çi em hewcedarê bêjeyan in
Hadê em li masê rûnin
Şîn karê lawazan e
Li masê şerbika me ya araqê heye
Ji ber vê hîn pêşiya me fireye
Heya biçikînin em vexwun
Dilopeke av me li vir dibîne
Wek konê pîrê me li vir dibihîze
Û Peterê birêz, em li vir derekê ne
Li vir en cam jiyan e
Hadê em li masê rûnin
Her tişt bi hejmar û biryardar e
Jixwe gunehên me û şahiyên me hene
Û gur ji mêj ve li daristanê xwe daniye
Di kakila hestiyên me de...