Bi şalê kesk û sor û zer
Bi pêlaven bendik li ser
Dame ber sed tîr û xercer
Deh li dil da, not li ceger.
Ji kulîlkan taca wê ye.
Ji sazê hat, westa û mest
Lê rast hatim wa dest bi dest
Min maçek ji lêvên wê xwest
Got: “Ma bi çi maf û mebest? ”
Min got: “Ew jî baca rê ye.”
Bi taca kesk, sor û zerî
Zarşîrînê keça perî
şeng û şox û eşqperwerî
Li Amedê, li Agirî...
Ji zîv û zêr, birca wê ye.
Keça ciwan, lêv erxewan
şalê rengîn li nav milan
Kase kef de, hate eywan
Tîr avêt dil
Dil disotin bi awiran
şiva xosê bejna wê ye.
Li ber masê şox rûdinişt
Mey dinoşî, qedeh dimijt
Lêv li camê şopek dihişt
Min cî girt li masa tenişt
çavên min her li fercê ye.
Bi nazî li min zîvirî
Kenî, got: “Ey Bro Omerî!
Wele jêkin dest û serî
Ji te pê ve, kes ne yarî.”
Ev; peyman û merca wê ye.