Li dora çiyayan rê hene, giran giran were
Sipî, sipî, teze, teze, bi saz û nazan were
Piştî şevê roj hiltê, bibe ronî û were
Wekî heyvê, wekî avekê, bibe kilam û were
Ser serê min, ser çavê min, bibe mêvan û were
Wekî şahiyekê, wekî mizgînekê, bibe cejn û were
Li çol û beyaran gul hene, wekî gulistan were
Sivik sivik, hênik hênik, bi kêf û seyran were.