Oy yarê, oy hevalê!
Stêrka şevên tarî,
hêviyên dilên sarî,
nabînim tu ji min dûrî.
Ji bo hêviyên azadiyê,
şîn bûye li ser Zagrosê,
derket jor nayê xwarê.
Oy yarê, oy hevalê!
Ciwaniya emrê min kanî?
Hêviyên dilê min kanî?
Xeyîdîn bi şûn ve naynê.
Azadiya vê jînê,
Ji min hate dizînê.
Zaroktiya min kanî?
Oy yarê, oy hevalê!
Hêsir ji çavên min dotin.
Dil û cîgera min sotin.
Xewn û xeyalên min firotin
Me dîsa serî hilda.
Li nav xwîna xwe jîn da.
Tovên jiyanê evîn da.