Bêdengiya kozmîk
Vî dengî bîne bîra xwe
Ew wek siya şevê
Dema ji min re gote
"Careke din qet, careke din qet bi te re..."
Ez erd bûm
Ji bêavî terikî
Ew li ezmên, gerdûn bû
Ji bo min stiriya:
"Ji bo te careke din qet dê baran nebare..."
Pàl·lida sibil·la
Ji efsûnê tirsiyaye
Dil belasibeb li stranê digeriya
Deng carde hat:
"Careke din qet, careke din qet bi te re..."