Nisêbîna rengîn
Bû hawar û qêrîn
Min got bira bo çî
Ev nalîn û girîn
Go anîn şehîdê serfiraz û xemgîn
Di dil de maye ev kul û ev birîn
Nisêbîna rengîn
Bû hawar û qêrîn
Min go bira bo çî
Ev nalîn û girîn
Hat heyva Adarê
Hat cejina Buharê
Ji bo azadiyê
Me kir kar û barê
Ji bo azadiyê
Me kir kar û barê
Min nêrî min çî dî
Tev polîs tev mît
Li alîkî kuştin li alîkî girtin
Bezim ez bi lez
Wek dîn û serxweş
Min got hey duniyayê
Bextê me çi reşe
Min got hey duniyayê
Bextê me çi reşe
Nisêbîna rengîn
Bû hawar û qêrîn
Min got bira bo çî
Ev nalîn û girîn