Ez digerim neçar neçar oy
Bê feydeye qêrîn hewar hey
Wek kevokek per şikestî
Mirin xweştir e ji vî halî
Dil û ceger dikovėje oy
Erd asîman her der reş e hey
Dilovanek dil şikestî
Mirin xweştir ji vî halî
Ji vê xewê ez bê hal im oy
Ez çi bikim şiyar nabim hey
Wek bilbilek kûr dinalî
Mirin xweştir e ji vî halî