Ne qulingê Evdalê min perr bi nexşin,
Ne qanatê birîndarin jor diweşin,-
Cote gemiyê zirîkirî serî perin,
çar hewarê erşê ezmîn zor digerin.
Zûda çûne perwaz dane ser Hebeşe,
Ji ser çevê evd hildane ava reşe...
û kubarin nav gemyada herdu cêwî,
Ji ber pêşa ulim welidî bûne rêwî.
Ser tevekê jor hiltêne hildiqoşin,
Ro - hîvêra dewîkarin, şert û qoşin.
Qey bêjî ro ber "Vostoka" dilerize,
Serê hîva rûbixêlî ber wan nimze.
Bera ezmîn hev dikeve, kefa gewire,
Ku ber gemya zû direve mîna ewire:
Dewlê berê kaw-kubarin, pêle safî,
Xoznebar lê sovekarin bi şitafî.
şewq û şepal, nûr û neder wanra xemle,
Ulimê dewirê destê wanda sêr û remle.
Li ser pêla serbest, aza ewan syarin
û li xizna binê berê ha dîndarin.
O ber çine, vir wextekê evidê ji wir
Bera bînin, dewsê topkin lal-cewahir:
Yan ji erda ber-okyana bibin ezman,
Dewsê bavên bax û baxçe, rez û bostan.
Dive mîna zom-zozanê evan heça
Her havîna Marsê mera têkin daça:
Hesok ji wir bilûrêxe ewê demê,
Zelxê vir nav êmanekî here hemê...
û dibe em dewsa yêr û warê benda
Ezmên têkin ciyê dewata û govenda,
û wê hingê hîva zer jî xwe têkin text,
Wexun eşqa evan şêrêd xwey nav û bext.
***
Gulnaz, wekî minra yarî, îda min çi derde,
Piş min çiyayî û beyarî, çî min çel û nerde.
çevê teda soz-îmane, min qirar û şerte,
Te sîng çayîr û çîmane, minra war û erde.
Muhbeta te min bihare, sufet teva şerqe,
çi xema min hewa sare, zivistana serte...
Hub-evîna te esmerê dermanekî merde,
Nakim xofê jera merê, xayîn û nemerde...
Minra dinya û alemî, şîrin, de xeberde,
Hezar lutbî û kilamî ez hilînim ber te...