Ka bêje te ji min xêr e
Ma te li min çi awir e
Ka bêje te ji min xêr e
Were destê min bigêre
Cano ez muhtacê te me
Têm ba te, tu guh nadî min
Derd û xeman hev didî min
Têm ba te, tu guh nadî min
Binêre li vî halê min
Cano ez muhtacê te me
Şev û roj ez bi giryan im
Dil bi feryad û fîgan im
Şev û roj ez bi giryan im
Çi bikim ez qet nizanim
Cano ez muhtacê te me