Pîrozî dêmê te ye
Pîrozî navê te ye
Xûshtvîya min..
Pîrozî grnjîna te ye,
Ew grnjîna heza frînê li def gîyanê min peyda diket..
Xûshtvîya min..
Ew hemî dem û shevên te çavê xo di da min o di parastm..
Min qet ne dzanî,
Û nuke pshtî min zanî gelek bu dreng..
Gerdenena min aza bike..
Nuke ez yê bitnê maym,
Û ez gelek shehmzarm..
Ji ber wan hemî salên
Min tu di êshandî..
Xozî bitnê min shiyaba
Careka dî li ber sîngê te nvst bam
Dadê, bêy te ez yê berze..
Tu û tav buy
Ewa rojên min gesh di krn..
Nuke ki dê
Rûndikên min vemalît û paqij ket..
Xozî bitnê min hîngê ew tsht zanîban
Ewên nûke ez dizanim..
Dadê, bêy te ez yê berze.