Mela me li gerdena dilber ji nû sed bûse mayin deyn
Mecalê dê bixwazim jê dibê deynê te »fewqe l-`eyn«
Bi remza qabê qewseyn-i ji wan birhan xeberdar în
»Fe-ati l-qewse barîha ela ya ramîye l-qewseyn«
Ji sirra lamekan wacib tenezzul kir di imkanê
»Fe-eyne l-`ilmu eyne l-`eyn we-eyne l-eynu iz la-eyn«
Ji mabeyna du ebrûyan peyapey berqê lami` tên
Bi `eynê ger bibî şafe çi nûrek şirf e ew mabeyn
Bi destûra te, da wî jî ji vê navê verêkim ez
»Fe-şeffi l-`eyne nûre l-`eyn ela ya zeyne kulle z-zeyn«
Bihayê `işweyek le`lan me yekser »ma melek« bexşî
Dil û can jî li ser danî we zalim hêj dibêjit deyn
Mela her wî bibîn her wî eger her wî dinasî tu
»Huwe l-me`bûd huwe l-meşhûdu bel la xeyre fi d-dareyn«