current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Mehbûbê Bi Dil Bit lyrics
Mehbûbê Bi Dil Bit lyrics
turnover time:2024-09-17 21:10:36
Mehbûbê Bi Dil Bit lyrics

Mehbûbê bi dil bit me bi evraz-i çi hacet

`Enqa bi xwe bêtin firr û perwaz-i çi hacet

Ney dûr e hebîbê me çi firyad û fixan kîn

Wê guh li demîra dil e awaz-i çi hacet

Go suxte murada xwe ji min telbe ke îro

Min go ji kerîm telbe û daxwaz-i çi hacet

Min nale refîq in xem û tehlî ne muşahib

Firyad-i enîsê min e demsaz-i çi hacet

Dildan û newaziş çi ne duşnam-i bes in min

Pir derd û cefa hurmet û i`zaz-i çi hacet

suhbet bi mey û çeng-i hebîbê me bivêtin

Firyad û fixan mi ne bes saz-i çi hacet

Razên me çi hacet weko xemmazî bizanin

Eşkên me bes in dîde`ê xemmaz-i çi hacet

Herlehçe çi hacet ko bi nazan bikujî min

Cana ji xwe qurbana te me naz-i çi hacet

Ta çend-i bi hecra xwe tu min tecribe înî

Zêrê ji xwe xaliş mehek û gaz-i çi hacet

Hacet niye cana yedê beyda bi deranîn

Inkara di dîn da nebit i`caz-i çi hacet

Esrarê ezel dê di ebed bêne zuhûrê

Encamê serencam-i ji axaz-i çi hacet

Ger lû`lû`-i mensûr-i ji nezmê tu dixwazî

Wer şi`rê Melê bîn te bi şîraz-i çi hacet

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by