current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Me Çi Kir lyrics
Me Çi Kir lyrics
turnover time:2024-10-05 01:24:58
Me Çi Kir lyrics

Awaz peyman û soze

Çep û çîz û bahoze

Nevîçirka Cegerxwîn

Bûka çiyayê pîroze

Huner çep û çepele

Şev û roj here were

Karê me Kurda eve

Xebat û kêyf û şere

Şivano lêxe lêxe

Derdê dilan derê xe

Keç û kûr evîndarin

Govendê xwe jî lêxe

Gaziya te ji dil tê

Ji kovanên di kûl tê

Beko meko dê çikin

Piştî reşê rewşen tê

Rê dûre delîv tenge

Huner evîn û cenge

Şivano bêje bêje

Êvare li me derenge

Lo me çi kir, me çi kir?

Me xwelî bi serê xwe kir.

Ma ne şerm û fedî ye.

Ev doza me jî bo çi ye?

Çend gotina ez ê bêjim:

Ez ne dîn im ne gêj im.

Hêşê min li serê min e,

Her tişt ber çavê min e.

Ger hûn dibên serxwebûn,

Nebin dijminê yek bûn.

Şer bikin hember romî,

Lê pişta xwe nedin şamê.

Dibêjin şam şekire,

Lê Welatêm şîrin tir e.

Dibêjin şam şekire,

Lê Kurdistan şîrin tir e.

Lo me çi kir, me çi kir?

Me xwelî bi serê xwe kir.

Ma ne şerm û fedî ye.

Ev doza me jî bo çi ye?

Ger pêşt bidin Tehranê,

Bombe tên weke baranê.

Ger pêşt bidin Bexdayê,

Tew ax çi şerm e lê dayê.

Lê meclîsa Enqerê,

Dîsa nebin kolên berê.

Lê baytextê Enqerê,

Dîsa nebin wek kolên berê.

Lo me çi kir, me çi kir?

Me xwelî bi serê xwe kir.

Ma ne şerm û fedî ye.

Ev doza me jî bo çi ye?

Ger avrûpa bûn mêvan,

Nebin pepûk û perîşan.

Ger avrûpa bûn mêvan,

Nebin reben û perîşan.

Ger xort bibê doza we,

Wê pirr bin hevalên ve.

Ger bihêz bibê karê we,

Gel dibin hevalên we

Lo me çi kir, me çi kir?

Me xwelî bi serê xwe kir.

Ma ne şerm û fedî ye.

Ev doza me jî bo çi ye?

Pişt nedin dijminên xwe,

Bawer bikin gelên xwe.

Ger wa biçin ev karan,

Em xelas nabin tu caran.

Nerevin jî barê giran,

Bawer bikin Kurdistan.

Lo me çi kir, me çi kir?

Me xwelî bi serê xwe kir.

Ma ne şerm û fedî ye.

Ev doza me jî bo çi ye?

Bê organîze û rêxistin,

Tu car em xelas nabin.

Bê partî û rêxistin,

Dijmin jî me natirsin.

Pirr giran e barê we,

Lê zor pîroz e doza we.

Pirr giran e barê we,

Pîroz dikin doza we.

Kesên serok û sekreter,

Pêşî ew dibin rêncber.

Lê kesên serok û rêber,

Pêşî ew dibin rêncber.

Lo de çêkin de çêkin,

Vê dozê xweş bi rê kin.

Vê xwelî li ser xwe rakin,

Da em welat ava kin.

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by