current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Meşşateyê Husna Ezel lyrics
Meşşateyê Husna Ezel lyrics
turnover time:2024-09-17 20:58:17
Meşşateyê Husna Ezel lyrics

Meşşateyê husna ezel

çengalê zulfan tab-i da

Da `işq-i hil bit pêli-pêl

Qelbê me bê cellab-i da

Husna hebîb û lutfa yar

Avête dil `işqa xedar

Lew selb-i kir jê ixtiyar

Wê husnê ev îcab-i da

Min dî seher zulfên di mest

Hatin sema ihram-i best

çûn secdeya xalê bi qest

Lew haciban mihrab-i da

Rûh û rewanê min hebîb

Dîsa bi telbîsa reqîb

Rencîde kir miskên xerîb

Terka dilê ehbab-i da

Mehbûb û reyhan pir gulav

Ker kir li min cerg û hinav

Zehra helahil bû di nav

Lew saqî ew cullab-i da

Wan dest û zend û sa`idan

Mey dane şeyx û zahidan

Mestî be çeşmê şahidan

Ew nêrgiza sîrab-i da

Miskê reşandî ez dibêm

Wan nuqteyan hin bûne kêm

Lê xettê reyhanî li dêm

Katib ji nû i`rab-i da

Nazikqeda nûrînbeşer

Ew bû li min neqşê beser

Dîna xiyalê her seher

Nav dîde`ê bêxwab-i da

Ew tilliyên nazik reqîq

Pir da me fincana `eqîq

Ew badeya nûrîn rehîq

Minnet bi min wehhab-i da

Da xef nebit bejna ferê

Mey hate şehkasa sirê

Minnet ko îro dêmdurê

Dîsa şeraba nab-i da

Mey hate fincana sedef

Kes dê vexwit îro bixef

Saqî bi çeng û nay û def

Ferfûriya mehtab-i da

`îd e w hebîbê nezre lê

Yan dê bi qurban bî Melê

Ya reb bibînim roj hilê

Sikkîn di dest qessab-i da

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by