Ger tuneba dê kî min rizgar bikira?
Dê kî aram bikira û mihrebanî tevbigeriya,
Dê kî zarokê me meizn bikira
Û dê kî bi mêvanên dilpak re binasa?
Ezê ji bo kê bistrayama
Minê li çavê kê binêriya
Dê kî bi xeberdan ji min fêm bikira
Û dê zexm bi min bigirta?
Tu him roja min î, him şeva min î,
Roniya min î û barana min î,
Tu him çirk û him sed sal,
Canê min evîna min!
Tu him çiraxa min û him siya min î
Reva min î û girtîgeha min î
Tu him çirk û him sed sal,
Canê min evîna min!
Dê bêyî te çawa hîn bibama
Qeder du mirovan çawa bi hev girê dida
Ji malbata min tiştek girîng nîne
Min vaya ji mirovan fêm kir
Heya dawiyê dixwazim bi te re bim
Di tariyê de dixwazim gavên te binasim
Û birêçûna ewqas vê rêyê de
Dixwazim li milê te razêm
Tu him roja min î, him şeva min î,
Roniya min î û barana min î,
Tu him çirk û him sed sal,
Canê min evîna min!
Tu him çiraxa min û him siya min î
Reva min î û girtîgeha min î
Tu him çirk û him sed sal,
Canê min evîna min!