current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Lorîka min lyrics
Lorîka min lyrics
turnover time:2024-12-19 05:25:01
Lorîka min lyrics

Em koçerên riya dûr in

Birîndar in birîn kûr in

Tî û birçî li van çolan

Pîr û kal in, jin û hûr in

Lorî lorî lorîka min

Sebr û arama jîna min

Tu dihelî li ber çavê min

Çare nayê ji destên min

Wekî dêwan çav sor kirin

Bi napalim êrîş kirin

Buhar tarî û reş kirin

Canê şêrîn hev par kirin

Kurê´m, canê şêrîn biha

erzan diçe îro wiha

Ev mirina bi vî rengî

gelek tal e zor û zuha

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Hozan Diyar
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Zazaki, Greek
  • Genre:Folk
  • Wiki:https://nl.wikipedia.org/wiki/Hozan_Diyar
Hozan Diyar
Latest update
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved