current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Lorîka Cemîlayê lyrics
Lorîka Cemîlayê lyrics
turnover time:2024-09-19 17:45:22
Lorîka Cemîlayê lyrics

Ez ê çi bikim, ne ewrek im ku bibim baran û vê agirê lê vemirînim,

Na na wele ez ê ne bayekî gur im û vê reş dûkelê lê biqurtînim

Dibêjin ha vaye xinzîr hatin, ber deriyê mala bavê min ji bo dojehê xwînê dirêjînin,

Lê lê vê sibehê wezê lorîka berxa xwe yê Cemîlayê lê bilorînim,

Dibe ku gaziya min alan bide û qesra hezar derî ji binî de lê hilweşînim, lê hilweşînim...

Lê lê berxê ev çi havîn e, bayê berfê lê dûr dixîne,

Wa malîno em ê biçin qontara çiyayê Cudî, wa gav bi gav hêlîn hilînin???

Ne bes be em ê gazî'kin temama Kurdistanê li warê xwe lê bicivînin,

Ez ê ji bo birîna Cemîlka xwe parçeyêk cemed lê wezê bînim.

Ay de lê lê...

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by