current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Lillahil Hemd Ji Yarê Me lyrics
Lillahil Hemd Ji Yarê Me lyrics
turnover time:2024-09-17 20:58:57
Lillahil Hemd Ji Yarê Me lyrics

Li-llahi l-hemd ji yarê me di dest cam e lebaleb

Ji lebê noşê peyapey di dil ilham e lebaleb

Di riya wan xet û xalan ko ne herfên qelemê ne

Me ji feyda te ye mestane rewan ça me lebaleb

Mestê şehkasê meya cezibeyên rûhî didîn

Rûh dizanit ko ji ber lezzetê `işq mame lebaleb

Nêrgiza mest-i ji bala çimena sinbil û gul tê

Qedehê taze bi destê xwe meşî da me lebaleb

Wehdetê şirf e me meşreb te çi iksîrê wucûd

Em lebaleb çi lebaleb bi xwe hem came lebaleb

şem` û perwane bi zatê xwe ji halê me di dûr in

Ateşek şirf e ji `işqa te vewesta me lebaleb

Qedehek taze ji `işqê di ezel da me hekîmî

Jê dinoşîn hey û hey hê bi xwe cama me lebaleb

Carekê goht-i Nişanî ne Mela yî were banî

Ev dixwast me ji dil û can dehen û kame lebaleb

Te dizanim te dibînim ko tu yî nûra wucûd

Ellah ellah ji çi nûr e di seraya me lebaleb

Ji `inayet nezerê xasse ko her meşre` û beytek

Qedehên aba heyatê ne di şi`ra me lebaleb

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by