îlahî lew dikim zarî
Di nav rojan şeva tarî
Zunûba min tu xemxwarî
Gunehê min bixufranî
“Mîm û Hê” pirr gunehkar e
Belê Navê Te Xeffar e
Ez im pirr muflis û jar e
Bi ‘eta û fedl û îhsan î
Ji neş’a badeya saqî
Dilê mecrûh û şeyda ye
Ji şewqa dîtina saqî
Zemîra min mucella ye
Were sofî misilman be
Bi saqî secdeyê bîne
Ku sûret mezherê zat e
Sifatê Heq Teala ye
Seher hor rojê meyxanê
Xerab û serxoş û mest im
Mela uzra me meqbûl e
Ku dilber mahê sîma ye
Dilo erînî neke gazî
Cewaba “len tera” sazî
Meke fikrê ji Mûsa yî
Dilê min Tûrî Sîna ye.