Kurmanciya min xalis, wa kura tû hatî?
Wellehîn nizanim, min nayê bîr-
Mîna teva geş çawa min hilatî,
Min û vî dilê halsax û sexîr...
Qey xewna sêrê bû, ne nava xewê bû,
Min nedî, lê rabû û ruhanî,
Gezongê şîrin bû, şev nîvê şevê bû,
Nerm hat û ser baxçê minda danî.
Qey dengê bilbilra tu ketî guhê min,
Yan bûyî xulîna cewa zelal,
Bûyî ba-werzeba û dara ruhê min
Bi xişîn û weşîn kir gale-gal.
Dilê min qey deştek, deşta der baharê,
Akla te, wekla te toximê zêr,
Litbê te barankî jorda lê hat xarê
U zîxê deştêra bûn similê kêr.
Qey aşbûm û cinet xwe arvançî bû
û dexlê ruhê min wek dexlê aş,
Pirsêd te nerm hatin û têda cî bûn
Mînanî arekî xasî qerqaş.
Qey qelb qinazê min geliyê bêbinî,
şiletê min serê hezar gula,
Hat û hat, nerm hilat mîna cew û kanî,
Wan çil û çiyayê nûr, der û çola.
Min ne dît, ne pîva - tu ne bi heva bû,
Qe nizam kura hat, çawa kişya,
Min hew dî dilê minva çilk û çeva bû
û av-heyata min hat û rijya.
Kurmanciya min xalis, wa kura tu hatî?
Wellehîn qet nayê, qet nayê bîr,
Her hatî mîna ava avilheyatî
û mîna roja geş te da nedîr.