Ti kes nizane ciwantiya min
Bêhna zarokan tê ji rihên min
Roniya heyvê dipejiqe ji devê min
Û ji dema min sakoyê xwe daleqand baranê ve
Bixeterî helbestan dixwênim
Bela xwe li cîhanê didim
Payîzêm ji biharan
Rûyêm ji baranan
Kesera min ji çiyan xeyîdî
Çavêm ji sibehan
Temenêm ji axan
Kesera min ji çiyan xeyîdî
Ji şevê ve sebeba min a tarî
Ji şevê ve kesera min a penaber
Ditirsim heger nevegerê dilê min
Ditirsim delala min ditirsim
Yê min bipirsin
Yê min bibînin
Yê min biwestênin yar
Yê min bigirin
Yê min bişewitînin
Yê min bidin yar
Dipirsin sebeba min a tarî
Tê lêdan kesera min a penaber
Ditirsim heger nevegerê dilê min
Ditirsim delala min ditirsim