Ko işaret bi bişaret bidirit nexmeya çeng
Ji rûyê ayîne`ê dil biretin perdeya zeng
Fehm-i raz er bikirî wer bibehî mujde`ê saz
çeng-i bêperde dibêjit ne ney û nay-i bi deng
Weh ko bê şahid û mehbûbê te `umrê xwe biwar
Karikê rabe bike weqt e ko êvar e dereng
Berê meqşûdê ji tobê negirîn me`lûm e
Me ji destê xwe yê kutah û ji payê xwe yê leng
Dilê yarê me nebû nerm-i bi sed ab-i girî
Eserê dê çi bikit ab-i bi sed qetre li seng
Sîne geh têt ko bi ker bit ew ji derbê muhbetê
Me ceger şubhetê barût e we dil maye pereng
Bi çi rengî me di dil xef bibitin gewhera `işq
`Aşiqan muhbet û mihra zeriyan kifş e ji reng
Kifş e mecmû` û perîşaniyê halê me di dil
Ji serê zulfa perîşan û ji biska te ye şeng
Ne tinê gezme dibarin me ji qewsê du hilal
Me ji mijganê siyeh têne ceger tîr û xedeng
Mislê wê qewsê hilalê ko du nûn reyhanî
Kê nişan dane ji şîraz û kê anîne ji Yeng
Her li dora hecerê-eswed hebeşan çerx û tewaf
Tên wuqûfa `erefatê bi sema nûbî û zeng
şef bi şef tirk û muxul doguş û hindî di kemîn
Bi `eceb hatine cengê hebeş û rom û fireng
Mîr û kirmanc li holan qederek westa ne
Lê di nêvê bi şef û tîp-i `ereb hatine ceng
Ji goher xunçe koşa`î digirit durcê `eqîq
Bi şeker xende zenî ger bigirît şekkerê teng
Were bêperde Mela vê xezelê bîne meqam
Herdema bêne sema def bi def û çeng-i bi çeng