Kilama min, kilama min -
Qîz zerîke dewatvan,
çek-libasê xwe sazandin
Qam-qanatê terî can.
Rextê durr li ser bedenê,
Porr û biskê xwe berda,
Hat dewata xwendevana,
Ket govenda qîz-xorta:
û çarçev bûn "dewatvanî"
Hatin sêr û temaşê
Li vê "qîza" tarihanî,
Dîndara wê û rewşê:
Hineka li dêm nihêrî,
Hineka jî- xemla wê,
Hinek hatin heyr-hewasê
Li nazê vê bedewê:
Hineka go: -Bêqusûre,
Hineka go: - Na welle
Li pêsîrê nateîsin
Ew lal û durrûtulle...
Hineka ji go: - Pişta wê rind
Nehatiye girêdan,
û sekinîm ez dilbarî,
Temîke wa min da wan:
Min go: - Hemû dewatvanî
Dixemilin ber eynê,
Lê boy "qîza" min terlanî
Hûnin eyna lap eynî:
û kembera wê xarbe jî,
Hûn lê bibin eyna rast,
Te dî semta vê kemberê
Min hilanî û guhast.
***
Sirsûmê diya mine ezman li hêlanê,
û ewirê kirkişî -toxavka kildanê.
Cenûb û şimal jî palikêd sirsûmin,
Bi milê dayîka min qewat û qudûmin.
Gurîn ket, şingîn ket "azixê berkelê",
"Dayîka min" kesirî, firk kete navmilê,
û denkir toxavka sirsûmê zimzimî,
Dinya bû sîtil ber, erdê dew parzinî...
***
çivîkêd xapokin ev fikir û mital,
Eme lê maşoqin wek zarê tifal.
Difirin, datînin çûkêd perrawaz -
Me pey xwe hiltînin bi sêr û hewas.
Bîr dikin mal û cî, em kes û lêzim,
Li pey wan lalicî, kel-bîn dibezin.
û divên "ma du gav, vaye, va me girt"..
Ew hiltên ji hindav didin dêm û sirt:
Bi fêl û fenin ew, em pey kesirî-
Nêzîk dikenin, hey dûr dikin girî...
Lê bêxem diçin, ew diçine hafa,
Em diçin li pey wan bi zemet, cefa...
û nagrin, wan nagirin, lê feqet çil-çiya
Em dûrva dixwênin li ser bilindcya...