Hevalê Ezîz
Edî tu çare tune, mirin û çûyîn li ber me ye
Eger em teslîm bin jî qedera me mirin e
Em jî li ser riya kerwanên şehîda ne
Em hevdû hembêz bikin,
Heqê xwe ji hev re helal bikin
Wext nîn e, berî ku guleyek were
Em ber bi gulê herin
Nav bêdengiyek kûr de
Wan tifingên xwe dane alî, rextên xwe ji xwe kirin
Defter û kaxizên xwe, cil û bergên xwe li ser hev danîn
Û li agirê wan niherîn
Her yekî du bombe, her bombayek li aliyekî navtengan
Bi xwe ve girêdidan û disan li hev nihêrîn
Wext hatibû; wext, wexta çûiynê bû.