Kevnefiroşê bajarekî winda ye
Li dijî alavkirinê hestan didan hev
Winda ye li kulanên vî bajarî
Di tûra wî de hêvî, di tûra wî de kelûpelên însan.
Tu ne bi tenê kevnefiroşo
Sibehekê wê roj hil bê
ji kelpîça evînê
Ji nû ve vî bajarî ava'kin
Ev bajar ji hêl ket ji ber êşan
Rojeke nû bêhêviyane dest pê dike
Kevnefiroşeke tenê kete riyan
Di tûra wî de hêvî, di tûra wî de kelûpelên însan.
werger: Azad Ekkaş