current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Karker û cotkar lyrics
Karker û cotkar lyrics
turnover time:2024-07-07 06:16:10
Karker û cotkar lyrics

Bi destê te pale, cihan xweş dibe,

nezanî ko bextê te wer reş dibe,

bi roj û bi şev her li bajar û gund,

li ser hev dikî xan û qatên bilind,

tu hasin dikî top û tang û tiving,

di ser dijminanda dikî qîr û deng,

fîrok û gerokên xweş bi pehlewan,

bi hêzê milên xwe têni cihan,

xwedî sermiyan vê gemarê dibin,

di rojekê dehyek bi dest nakevin.

Tu kara xwe ya pir diî dest ewan,

bi zor derdixî roj bi roj kinc û nan,

bi pişta xwe ya xûz û destên gemar,

xebata xwe bi erzan didî destê xebat,

ji bo dijminaye hemî kefarat.

Tu eywanê Kesra mezin lê dikî,

tuwî dawerê wan kelat û sera,

li pêşîya merivan tu bûyî çira.

Tu çekrox û lêkirox û xweş dawerî,

tu dêwê xebatêye xweş karkerî,

dikî û dikî, lê tu birçî û jar,

ne jendî, ne xwendî bi destê neyar,

tu xav û ne ristî, bi sistî diçî,

bi karên di zendê tu rû qerçîmî.

Tu piştxûz û milxwar û ser tim li ber,

bi xore şev ro dikî ceng û şer.

Çi xurtî, çi dêwî, çi milhasinî?

çi kohe bilindî wekî dasinî?

tu Zagros û Cudî, bilind û stûr,

ku ev çende daxwaz ji te kûr û dûr,

ji xwe rabe, carek şiyar be tu zû,

di jînê tu xweş zanibe arezû,

bizane seranser cihana teye,

eger ranebî, tev zîyana teye,

divê hilgirî çek wekî pehlewan,

bi destê xwe bigirî seranser cihan,

li daw xî tu rista xwe ya wekhevî,

bibe wek bihiştê li her der zevî.

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Cigerxwîn
  • country:Syria
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Wiki:http://en.wikipedia.org/wiki/Cigerxw%C3%AEn
Cigerxwîn
Latest update
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved