current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Kî me Ez? lyrics
Kî me Ez? lyrics
turnover time:2024-07-07 06:20:11
Kî me Ez? lyrics

Kî me Ez?

Kurdê Kurdistan

Tev şoreş û volqan

Tev dînamêt im

Agir û pêt im

Sor im wek etûn

Agir giha qepsûn

Gava biteqim

Dinya dihejî

Ev pêt û agir

Dijmin dikujî

Kî me ez?

Ez im rojhilat

Tev birç û kelat

Tev bajar û gund

Tev zinar û lat

Ji destê dijmin

Dijminê xwînxwar

Xurt û koledar

Ji rom ji freng

Di rojên pir teng

Bi kuştin û ceng

Parast, parast

Parast min ev rojhilat

Kî me ez ?

Rojhilatê nêzîk

Rojhilatê navî

Ev bajar û gund

Ev bej û avî

Ket bin destê min

Pî da ser dijmin

Min bi ceng û şer

Znîn û hiner

Pişta wî şikand

Serî lê gerand

Ez bûm padîşah

Xurt û serbilind

Ketin destê min ta sînorê Hind

Kî me ez ?

Kî me ez ?

Kurdê serfiraz

Dijminê dijmin

Dostê haştixwaz

Ez xweş mirov im

Ne hirç û hov im

Lê çibkim bê şer

Dijmin naçî der

Bav û kalê min

Dijîn tev serbest

Naxwazim bijîm

Ta ebed bindest

Kî me ez?

Divê ez derxwim

Dijminê xwînxwar

Şahê efyûnkêş

Jontirkê dijwar

Serbest bijîm ez

Wek hevçaxê xwe

Dilxweş bixum ez

Rez û baxê xwe

Çekan hilgirim derkevim meydan

Rêçek nû çekim ji boyî insan

Kî me ez ?

Ezim ê şikand leşkerê Rêşar

Min bi xwîna xwe parastî ev war

Di singa dijmin ez bûme kelem

Xwe dan ber siya min turk û ecem

Li ser serê min

Simbil û kulah

Ser hespê min

Digirt padîşah

Ez im ew gernas

Ew Selahidîn

Bi pirs ji Dimyat

Bi pirs ji Hetîn

Kî me ez ?

Ez im Erdeşîr

Ew Noşîrewan

Kesrayê mezin

Bê tac û eywan

Dostê kevnare

Ko bûne dijmin

Ser di tewandin

Ber agirê min

Ez im ew qelaş xurt û pehlewan

Xerac min distand ji Hind û Yewnan

Kî me ez?

Ez im ev gernas ez im ev mêrxas

Belê ez im kurd

ïro ez mame

Bindest û zigurd

Ew tac ê eywan

Tev çûn û rizîn

Dijmin nav û deng

Tev ji min dizîn

Xistin laşê min mîqrobên teres

Ta bûm perîşan bê nav û nekes

Kî me ez?

Ez im ew kurdê ser hişk û hsin

îro jî dijmin ji min ditirsin

Bîna barûdê

Kete pozê min

Dixwazin hawîr

Biteqim ji bin

Dîsa wek mêra bikevin çiya

Naxwazim bimrim

Dixwazim bigrim

Kurdistana xwe

Axa Mîdiya

Kî me ez ?

Kawey hesinker bav û kalê me

Perçiqand serê Zehakê dijmin

Ji gerdena kurd

Wî şikand zencîr

Serê me parast

Ji birîn û şûr

Roja hat kuştin xwînmijê dilsoz

Goya dibêjin : -Ew ro lê nûroz

Zivistan diçî

Ew rojên nexweş

Parêz dibî kurd

Ji dêwê zergeş

Wesan dibêjî Zerdeştê rêzan

Ehreman dişkê Hirmiz tê meydan

Kî me ez?

Ez im ê çêkir ev cejn û nûroz

Divê bistênim

Wilo nemênim

Bigrim tol û doz

Fermandar bim ez

Li ser Kurdistan

Bo min bimênin

Ev bax û bustan

Ev şax û ev deşt

Rez û şinahî

Bigrim destê xwe

Dil xoş û şahî

Zana û xwenda

Dezgevnên xurt

Vî warî bigrin

Bikin ronahî

Kî me ez?

Ez im ew kardox xaldêwê kevnan

Ez im ew mîtan, nayrî û sobar

Ez im ew lolo

Kardok û kudî

Ez im mad û goş

Horî û gudî

Ez im kurmanc û kelhor, lor û gor

Ez im, ez kurd im, li jê û li jor

Çend hezar sal in

Kurdistana min

Perçe perçe ma

Bindestê dijmin

Kî me ez?

Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc

Ji dest xwe berdan ew text û tac

Bûne olperest

Bi tizbî û xişt

Ta dijmin şikand

Li me ser û pişt

Me dan bin lingan dewlet û hebûn

Bûn dijminê hev perçe perçe bûn

Ta ko Kurdistan

Ta ko Kurdistan

Jar û perişan

Ket bin destan

Kî me ez?

Ez im ev millet ez im ejdeha

Ji xewa dîlî şiyar bûm niha

Dixwazim wek mêr

Dixwazim wek şêr

Serê xwe hildim

Çi serbilind im

Bi cihan carek

Ez bidim zaîn

Rêçika Merkîs

Rêçika Lenîn

Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem

Kurê Salar û Şergoh û Deysem

Bejinbilind im

Wek dêw bilind im

Ez dest dirêj im

Serbest dibêjim

Dixwazim bi lez

Gavan babêjim

Kî me ez?

Ne xwînxwar im ez haştixwaz im ez

Serdarê me ye gernas û nebez

Em şer naxwazin

Divên wekhevî

Em paş ve naçin

Dijmin dirêvî

Ji bo mirovan em tev dost û yar

Bijî Kurdistan bimrî koledar

Kî me ez ?

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Cigerxwîn
  • country:Syria
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Wiki:http://en.wikipedia.org/wiki/Cigerxw%C3%AEn
Cigerxwîn
Latest update
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved